Li Qesra Palau Robert a navdar a li bajarê Bercelonayê yê Spanyayê pêşangeha "Jinên di navbera şeran de" hat vekirin.
Ev pêşangeh balê dikşîne ser lehengiyên jinên ji Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Di pêşangehê de, bi awayekî taybet têkoşîna Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), rola wan a di berxwedana li dijî "terorê" de, parastina azadî û wekheviyê û hewlên wan ên ji nû ve avakirina jiyana piştî şer hat pêşkêşkirin.
Hat gotin biryara vekirina peşangehên wekî vê li tevahiya cîhanê hatiye girtin, da ku dengê jinên têkoşer bi peyamekê bigihîne cîhanê.
Her wiha ev pêşangeh wê heta 30ˊê Cotmehê bidome.