Konferansa Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên şehîdan bi dawî bû

Bi dirûşmeya "Bi rihê şehîdên azadiyê, demokrasî û aştiyê mayînde bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin” Konferansa Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a 3ˊyemîn, bi dawî bû.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Konferans li hola Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlanê yê kantona Cizîrê pêk hat. Di konferansê de nêzî 400 delegeyên ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nûnerên ji Rêveberiya Xweser, YPJˊê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin û Kongra Star, amade bûn.

Endama Kongra Star Elîf Hemo rewşa siyasî ya li Sûriyeyê û herêma Rojhilata Navîn şîrove kir.

Piştre pêşniyarên ji bo xebatên salên bê hatin kirin, rêzikname hat xwendin û nîqaşkirin.

Konferans bi hilbijartina meclisekê ji bo Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, guhertina hin bendên rêziknameyê, pêşniyarên ji bo plansaziya xebatên bê, bi dawî bû.

Di dawiyê de diruşmeyên "Bê Serok Jiyan Nabe", "Jin, Jiyan, Azadî" hatin berzkirin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye