Li hember nexweşiya pençeşêrê ya şîlavk û roviyan hêviyek nû

Li Amerîkayê di encama xebatên Kilînîkekê de ceribandina Aşiya ELI-002 li hember nexweşiya Pençeşêrê ya Şîlavk û Roviyan ku dûbare derdikeve di encama ceribandin aşiyê de pêşiya pençeşêrê tê girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di encama xebatê li DYE di Kilînîkê de hatine meşandin nexweşiyên pençeşêr ya Şîlavk (pankreas) û Roviyan ku piştî demekî dûbare xwe nû dike bi ceribandina aşiyeke nû hêviyên nû ji bo nexweşiyê pêşxistin.

Di pêşengtiya navenda Tenduristiya Pençeşêr UCLA Jonsson li ser 25 nexweşan aşiya ELI-002 2P hat ceriband.

 

Di ceribandina yekem de encam hat girtin

 

Di encama ceribandina aşiyê li ser 25 kesên ku nexweşiya nûksû pê re zêde di 21 kesan de “ Hucreyên taybet T genên KRAS” pêşket û di nexweşan de dîtina dema nûks dirêj bû.  

Piştî ceribandina aşiyê li ser nexweşên pençeşêra sê Şîlavk û sê rovî hemû şopên nexweşiyê ji holê rabûn û piştî wê nêzî 20 mehan jî wan nexweşan nexweşiya pençeşêrê ne girtin.

Nivîskarê vî xebatî Prof. Zev Wainberg diyar kir ku “Ev taybetmendi ji bo nexweşiya pençeşêr ya şîlavkê di asta kelecanekê de pêşketin pêşxist û êdî bi saya vê aşiyê hemû kes dikarin demdirêj bê pençeşêr jiyan bikin.”

Lêkolînvanan da zanîn ku aşiya ELI-002“off-the-shelf” li gor şexsan taybet nîne, hemû kes dikarin dayimî   xwe bigihînê û maliyeta xwe jî gor herkesê guncav e.

Encama xebatê aşiyê di Rojnameya Nature Medicinê de hat ragihandin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24