Li Efganistanê xwegihandina medyaya dijîtal hate sînordarkirin

Li Efganistanê înternet ji bo du rojan hatibû qut kirin, hemwelatî nikarîbûn xwe bigihînin Facebookê û Instagramê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hikûmeta Talîban bi daxuyaniyekê qedexekirina înternetê li seranserê welêt red kir û piştrast kir ku kabloyên kevn ên fiber optîk têne guhertin.

Tevî vê daxuyaniyê, kirinên berê yê Talîban, di serê raya giştî ya cîhanê de rê li ber pirsan vedike.

Di meha borî de berdevkê ofîsa walîtiya parêzgeha Balkhê, gotibû: “Xwegihandina înternetê "bi armanca pêşîgirtina bêexlaqiyê” hatiye astengkirin.

Li welat li dijî zextên Talîban, “yekane têkiliyên bi cîhana derve” ya jinan, torên înternetê ne. Qutbûna înternetê, hemû qanalên ragihandinê yên jinan jî asteng dike.

Di destpêka vê mehê de rayedaran rê nedan jinên ku ji bo Neteweyên Yekbûyî dixebitin bikevin ofîsên wê û berê jî ji bo jinan xwendina navîn hatibû qedexekirin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24