Ajansa fezayê ya Amerîkî `Nasa`, teleskopa xwe ya fezayê ya nû ya bi navê "Roman", eşkere kir ku dikare deverên berfireh ên gerdûnê bi lêgerîna gerstêrkên derve û bersivên mezintirîn razên fîzîkî yên madeya tarî û enerjiya tarî, bişopîne.
Rêveberê Nasayê Jared Isaacman, got ku ev teleskopa nifşê nû "wê atlaseke nû ya gerdûnê ji bo Erdê peyda bike."
Her wiha ev teleskop, dirêjahiya wê ji 12 metreyan zêdetir e, bi panelên rojê yên mezin hatiye sazkirin û dê ber bi Florîdayê ve, were veguhastin.
Teleskopa "Roman", dê şandina wê ji bo fezayê di destpêka meha îlonê de bi mûşekeke ji şîrketa SpaceXê were şandin.
Teleskopa ku zêdeyî 4 milyar dolar lê çûye, bi navê Nancy Grace Roman, yek ji girîngtirîn astronomên Amerîkî û bi navê "Dayika Hubble", li ser navê teleskopa Hubble ya navdar a Nasayê, hat binavkirin.
Ji xaleke çavdêriyê ya 1.5 milyon kîlometre dûrî Erdê, "Roman" dê bi saya qada xwe ya dîtinê ya fireh deverên berfireh ên ezmanan lêkolîn bike.
Her wiha Mark Milton, endezyarekî sîsteman di mîsyona Roman de, ji AFP`ê re got ku teleskopa nû dê "rojê 11 terabayt daneyan bişîne Erdê.
Ev tê vê wateyê ku tibaba daneyên ku Roman tenê di sala yekem de peyda bike, wê ji ya ku teleskopa Hubble ku di tevahiya jiyana xwe ya xebitandinê de ber hev kiriye, zêdetir bide.
Tê znîn ku teleskopa Hubble beriya 35 salan ketiye xizmetê.
Bi saya tîrêjên jêrsor, "Roman" dê karibe ronahiya ku ji laşên ezmanî yên ku beriya milyarê salan derketiye, tespît bike.