"Li dijî êrîşan xwedî helwest bin"

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û welatên cîhanê kir ku li hemberî êrîşên dewleta Îranê xwedî helwest bin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê, der barê êrîşên dawî yên dewleta Îranê yên li ser partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê de, daxuyaniyek belav kir.

Hevpeymaniyê, da xuyakirin ku dewleta Îranê ji bo nixumandina binkeftinên xwe yên leşkerî û stratejîk, bi mûşek û dronan êrîşan dibe ser têkoşerên Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê.

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî, diyar kir ku dewlet gelê Îranê weke rehîne girtiye û ev şer encama polîtîkayên zêdegavî, destwerdana di karûbarên welatan de û piştgiriya terorê ye.

Hevpeymaniyê, di daxuyaniya xwe de, eşkere kir ku dewleta Îranê ji destpêka qonaxa şer ve bêhtirî 700 carî serweriya xaka Îraqê bin pê kiriye û Herêma Başûrê Kurdistanê kiriye armanc.

Ku zêdeyî 150 êrîşên rasterast birine ser kampên penaberên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê.

Di encamê de, heta niha 21 kesan jiyana xwe ji dest dane ku 10 ji wan têkoşer û penaberên endamên Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê ne.

Hevpeymaniyê, ev êrîş şermezar kirin û piştevaniya xwe ji bo aramiya Başûrê Kurdistanê ragihand.

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê, daxwaz ji welat, Rêxistina Neteweyên Yekbûyî û navendên navdewletî kir ku li hemberî van êrîşên Komara Îslamî xwedî helwest bin.

Hevpeymaniyê bang li Kurdên derveyî welat jî kir ku dakevin kolanan û li pêşiya balyozxaneyan kom bibin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye