Wezareta Pêşmergeyan a Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê, bi daxuyaniyekê ragihand ku Pêşmergeyekî din ji ber êrîşên dewleta Îranê jiyana xwe ji dest da.
Di daxuyaniya Wezareta Pêşmergeyan de wiha hat gotin:
"Îro Pêşmergeyê bi navê Weysî Axir Se'îd Şêrwanî li Tumena 5'emîn a Piyadeya Fermandariya Devera Yek a ser bi Wezareta Pêşmergeyan ve, şehîd bû.
Berî niha di encama êrîşa mûşekên dewlata Îranê ya ser bi baregeheke hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de, li ser sînorê Soranê birîndar bûbû.
Piştî 15 rojan li nexweşxaneyên Hewlêrê dihate dermankirin û ji ber giraniya birîna xwe gihîşt pileya bilind û pîroz a şehadetê."
Wezaretê got ku ew sersaxiyê ji malbata Weysî Axir Se'îd Şêrwanî û tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin.
Wezareta Pêşmergeyan a Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê di dawiyê de êrîşên neheq ên li ser hêzên Pêşmerge û sivîlên Herêma Başûrê Kurdistanê bi tundî şermezar kir.