Lezgin

Hêza te di vîtamîn D`yê de ye

reset font size increase font size

Girîngiya vîtamîn D û bandora kêmbûna wê li ser laşê mirovan,awa û rêbazên guncawkirina wê di laş de bi riya çavkaniyên xweza yî.

Vîtamîn D ji bo laşeke saxlem vîtamînek girîng e. Ew alîkariya vegirtina kalisyûm û fosforê dike. Hestî û diranan xurt dike û masûlke û pergala parastinê ya saxlem diparêze.

Dema ku kêmbûna vîtamîn D hebe gelek kêmasî li gel mezin û piçûkan derdikevin.

Nîşaneyên kêmbûna vîtamîna D li gel mezinan evin:

- Westandina giştî

- Êşa hestiyan

- Lawaziya masûlkeyan

- Hilweşîna porê

- Birîn bi awayekî hêdî baş dibin

- Pirsgirêkên xewê

Nîşaneyên kêmbûna vîtamîn D li gel zarokan evin:

- Riket(hestiyên nerim)

- Derengketina diranan an meşê ji ber hestiyên qels

- Di rewşên giran de lerizîn

Ji bo guncawkirina Vîtamîn D di laş de, pêwîste mirov çavkaniyên xwezayî bi kar bîne û bixwe yên weke:

- Rûniştina rojane li ber tîrêjên rojê

- Zerika hêkê

- Berhemên şîr ên bivîtamîn D dewlemend e

- Hinek cureyên kivarkan

- Hin cureyên masîyan weke somon

Ezîma Hesin

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24