Lezgin

Erdogan ji bo pêvajoyê axivî: ‘Gihandina serkeftinê ya pêvajoyêde bi biryar in’

reset font size increase font size

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ji bo beşdarbûna Civîna Bilind a NATOyê ber bi Den Haag a Hollandayê ve bi rê ket. Erdogan beriya çuyînê li Balafirgeha Esenboga ya Enqereyê daxuyaniyek da rojnamevanan. Erdogan got :"Em bi biryar in ku vê pêvajoya ku em wekî polîtîkayeke dewletê didin meşandin, bigîhînin serkeftinê."

Erdogan di daxuyaniyê de bang li endamên NATOyê kir û got : ”Em bi taybetî ji bo xurtkirina ewlehiya Ewropayê alîgir in. Dema ku em behreyên parastinê yên welatê xwe pêş dixin, em di heman demê de beşdarî astengkirina tifaqa xwe dibin. Her çend em bi armanca parastineke bihêztir û artêşeke bibandortir derketine holê jî, em rast nabînin ku bazirganiya berhemên parastinê di navbera hevalbendên xwe de asteng bikin. Ev astengî, bê nîqaş û sedemeke were nîşandayîn divê were rakirin.”

Di derheqê agirbesta Îsraîl û Îranê

Erdogan derbarê mijara agirbesta di navbera Îsraîl û Îranê de got, "Em pêşketinên piştî daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Trump ên duh bi baldarî dişopînin. Em her hewldanek ku dê agirbestek li herêmê ava bike û dûv re rê li ber aştiya mayînde veke teqdîr dikin û bi dilsozî piştgirî dikin. Bi rastî, em nûçeya ku duh dereng hat pêşwazî dikin ku di navbera aliyan de li ser agirbestê lihevkirinek çêbûye. Em hemû aliyan vedixwînin ku bi tevahî pabendî agirbestê bibin."

Erdogan berdewamiya axaftina xwe de li ser pêvajoyê jî wiha got:  "Em bi biryar in ku vê pêvajoya ku em wekî polîtîkayeke dewletê didin meşandin, bigîhînin serkeftinê."

Rodî Bişeng

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24