Îsraîlê 15 cenazeyên din yên Filistîniyan radest kir

Îsraîlê, di çarçoveya peymana agirbestê de, 15 cenazeyên Filistîniyan bi rêya Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor radestî Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ragihand ku wê di çarçoveya peymana agirbestê ya bi navbeynkariya Amerîkayê de 15 cenazeyên Filistîniyan wergirtine.

Wezaretê destnîşan kir ku ev prose bi hevkarî û navbeynkariya Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor pêk hatiye. Bi vê yekê re cenazeyên Filistîniyan yê hatine wergirtin derket 315ˊan.

Ev yek, piştî ku Îsraîlê cenazeyê serbazê xwe Hadar Goldin ê ku di şerê Xezeyê yê 2014ˊan de hatibû kuştin wergirt, pêk hat.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye