Donald Trump da zanîn ku rayedarên Îranê dixwazin bi wan re danûstandinan bikin û wiha axivî: “Ez dibêjim ku ew ji lêdana Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê westiyane.”
Trump di daxuyaniyên xwe yên berî çend rojan de gotibû, heger Hikûmeta Îranê li dijî xwepêşanderan tundûtûjiyan pêk bîne, Amerîka wê mudaxeleyê bike.
Her wiha roja yekşemê, Serokê Amerîkayê di hevpeyvînekê de, ji rojmevenan re got:
"Îranê xeta sor a kuştina xwepêşanderan derbas kiriye."
Rayedarekî Amerîkî, roja yekşemê, ji Reuters re got ku tê payîn Trump, roja sêşemê, bi şêwirmendên xwe yên payebilind re bicive, da ku vebijarkên berdest ên derbarê Îranê de, nîqaş bike.
Di heman demê de, Trump destnîşan kir ku ew ê ji bo çareserkirina pirsgirêka qutkirina internêtê li Îranê, bi karsazê navdar Elon Musk re, nîqaş bike.
Xwepêşandanên li Îranê di 28`ê Kanûna 2025`an ji ber şert û mercên jiyana zehmet dest pê kiribûn.