Hate ragihandin ku yek ji van çeteyan emîrê DAIŞ`ê bû.
Fermandariya Operasyona Hevpar a Îraqê têkildarî oparasyonên li dijî çeteyên DAIŞ’ê daxuyaniyek da.
Li gorî daxuyaniyê piştî girtina agahiyên piştrast ên îstixbaratî û leşkerî ya li ser hebûna şaneyeke çeteyên DAIŞ’ê li Diyale yê, bi hevkariya Fermandariya Operasyona Diyale dest bi lêkolînekê kûr hate kirin.
Hate ragihandin piştî agahiyên pişterast bi hevkariya balafirên şer ên F16’an du êrîşên esmanî hatin kirin.
Li aliyê din li gel êrîşa esmanî ji bejahî ve jî operasyon hate destpêkirin û di encamê de 2 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin ku yek ji wan emîrê DAIŞ’ê bû.