Li meclîsa Tirkiyê îro civînên heftane ê komên partiyên siyasî pêk hatin.
Ev nêzî saleke di hemû nixandin û nîqaşên li ser rojevê de pêvajoya Civaka Aştî û Demokratîk mijara sereke ye.
Vê hefteye jî bala herkesî li ser nirxandinên Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî bû.
"Şitlên ku di dilê me de hatine çandin wê zû fêkî bidin"
Bahçelî di civîna heftane ya koma partiya xwe de bal kişand ser pêvajoya piştî banga 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û got:
“Piştî vê pêvajoyê wê Tirkiye ji xûza xwe xelas bibe. Çi dibêjin bila bibêjin, wê asoya Tirkiya bêteror derkeve.
Divê nexşerêya pêşerojê bi tecrûbeyên me were xêzkirin û ji bilî vê tu vebijêrkên me nînin.
Her ku Tirkiye ji xûzên xwe xelas dibe, gotinên eletewş ên hin derdoran derdikevin lûtkeyê.
Gelek gotinên ku ez ji bo têjikê şêr ê hatiye bişaftin ku dibêje ‘Tu bûyî Îmrali’, ‘Dema hûn hebin hewcehî bi PKK’ê nîne’ hene lê belê ez li gotinê dinêrim ka gotine yan na, li yê axivî dinêrim ka mirov e yan na.
Di her du rewşan de jî ez kesekî cidî bigirim li pêşberî xwe nabînim.”
"Bedela dûrketina ji aqil û dilê selîm dê ji bo her kesî giran be"
Di berdewama axaftina xwe de Bahçelî da diyarkirin ku kesên li dijî Tirkiyeya bêteror derdikevin bila li xwe mikûr bên; ka teror xelas bibe yan na? û got:
"Di demeke li ser maseya siyasetê ya kûrewî û herêmî qert tên belavkirin em bibin menu yan na?
Kesên di asta xiyanetê de bila vê bibêjin ku em jî hîn bibin.”
Bahçelî destnîşankir ku pêvajo ber bi dawiyê ve diçe û lê zêde kir:
"Ev welat a me hemûyan e. Berpirsyariya her kesî ye, bi taybetî jî ya partiyên siyasî ye ku zimanekî paqij bi kar bînin, empatiyê bikin û dilpak bin.
Em dijminatiyê li hev bikin, ev ê bibe nebaşiya herî mezin ku li Tirkiyê bê kirin.
Pêvajoya 'Tirkiya bê teror' ber bi dawiyê ve diçe.
Meseleya me ew e ku Tirkiyeyê di asta herî bilind de be. Meseleya me welat e, milet e, yekdilbûyîna 86 milyon mirovî ye."