Hikûmeta Îranê ragihand ku kuştina Rêberê Îranê Elî Xamineyî "dê bê ceza nemîne."
Piştî ku mirina Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamineyî hat ragihandin, Hikûmeta Îranê daxuyaniyek belav kir.
Hikûmeta Îranê diyar kir ku Xamineyî di êrişa Amerîka û Îsraîlê de hatiye kuştin û got:
"Ev êrîş dê bê ceza nemîne."
"Dê poşman bibin"
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dê bersiva vê êrîşê were dayîn û hat gotin:
"Bikirên êrîşê û kesên ku fermana êrîşê dane, dê poşman bibin."
Serokkomariya Îranê jî, derbarê mijarê daxuyaniyek da û got ku êrîşa li hemberî Xamineyî "bê ceza namîne."
Li Îranê 40 roj şîna giştî
Li aliyê din, Hikûmeta Îranê 40 roj şîna giştî ragihand.
Her wiha hat eşkerekirin ku saziyên fermî û dezgehên dewletê, dê 7 rojan girtî bimînin û betlaneya giştî ye.