Dewleta Îranê ciwanekî 18 salî darve kir

Dewleta Îranê, ciwanê 18 salî yê bi navê Amir Hisên Hatemî ku di çalakiyên protestoyî de hate girtin, darve kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ajansa Nûçeyan a Tasnîmê, ragihand ku ciwanê 18 salî yê bi navê Amir Hisên Hatemî ku di çalakiyên protestoyî yên di 8’ê çileyê de hatibû girtin, hatiye darvekirin.

 

Amir Hisên Hatemî û çend ciwanên pê re, di 8’ê çileya 2026’an di dema çalakiyên protestoyî de hatibûn girtin û bi îdiaya "êrîşî li ser tesîsên leşkerî" hatin darizandin.

 

Di pêvajoya darizandina Hatemî de destûra girtina parêzer nehate dayin.

 

Her wiha malbata Hatemî beriya niha gotibû ku kurê wan êrîşî tesîsa leşkerî nekiriye û bi îşkenceyeke giran îtîraf pê dane kirin.

 

Ji meha çileyê û heta niha Dewleta Îranê herî kêm 13 girtiyên siyasî darve kirine.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye