Dosyaya Rojîn Kabaîşê: Ji bo waliyê bajêr û rektor daxwaza lêpirsînê

Li Bakurê Kurdistanê di dosyeya mirina bi guman a xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş de geşedaneke nû çêbû. Parêzerê malbatê serî li dadgehê da û daxwaz kir ku der barê waliyê bajêr, serokê zanîngehê û tîma otopsiyê de lêpirsîna cinayetê bê vekirin."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Dosyeya li ser mirina xwendekara Zanîngeha Wanê Rojîn Kabaîş a ku di 2024'an de li bajaê Wanê wenda bûbû û piştî 18 rojan termê wê li ber Gola Wanê hatibû dîtin, kûrtir dibe.

Parêzerê malbatê Abdurrahman Karabulut serî li Serdozgeriya Wanê da û daxwaz kir ku lêpirsîn li ser gumanên "cinayetê" bê kûrkirin.

"Lêpirsîn divê li ser gumana cinayetê bê kûrkirin"

Parêzer Karabulut daxwaz kir ku lêpirsîn li ser gelek berpirsên dewletê bê vekirin.

Di nav van navan de Waliyê Wextê yê Wanê Ozan Balcı, Rektorê Zanîngeha Wanê Hamdullah Şevli û Rêveberê Emniyetê û tîma otopsiyê jî hene.

Malbat tekez dike ku îhmala van berpirsyaran di bûyerê de heye.

Di daxwaznameyê de hat bibîrxistin ku li ser laşê Rojînê Nimûneya DNA’ya du mêran a cuda hatibû dîtin.

Ev rapora krîtîk jî nêzî salekê piştî bûyerê hatibû eşkerekirin.

Parêzer daxwaz kir ku lêpirsîn li ser pisporên Bijîşkiya Dadî û ew biyologê ku birîn kêm xistine bê vekirin.

Xaleke din a gumanbar jî tevgera rektor Hamdullah Şevli ye.

Tê destnîşankirin ku rektor tevî ku ti erka wî ya fermî tune bûye, ketiye odeya otopsiyê.

Her wiha nekirina testên kîmyewî û bijîşkî ji aliyê pisporan ve wekî îhmalkirina peywirê hat nirxandin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye