Ajansa Nûçeyan a Behreynê ragihand ku Wezareta Karên Hundir a welêt, girtina 41 kesan ragihand, ku têkiliyên wan bi Supaya Pasdarên Îranê re hene.
Wezareta Karên Hundir diyar kir ku wan rêxistinek bi Supaya Pasdarên Îranê û îdeolojiya "Wilayet Feqîh" ve girêdayî ye, eşkere kiriye.
Her wiha wezaretê got ku, lêpirsînên Dozgeriya Giştî dozên têkildarî tiştê ku ew wekî "hevgirtina bi êrîşkariya eşkere ya Îranê" bi nav dike jî, dihewîne.
Piştî destpêkirina şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de, Îranê êrîşî hedefên li Behreyn û dewletên din ên Kendavê kir, ku baregehên leşkerî yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li wir hene.