Îsraîl başûrê Libnanê topbaran kir

Îsraîl bi mûşekan navçeya Sayda ya başûrê Libnanê topbaran kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hat ragihandin ku îro serê sibehê artêşa Îsraîlê bi 2 mûşekan navçeya Seyda ya başûrê Libnanê topbaran kir.

Her wiha hat zanîn ku di êrîşê de avahiyek sê qatî li herêma pîşesaziyê ya Sînîq- El Gaziye, nêzî navçeya Seyda hedef girtine.

Di encama topbaranê de, zirareke mezin gihiştiye avahî û dikanên derdorê.

Li gorî hin çavkaniyan, mûşekek neteqiyayî jî li cihê bûyerê hatiye dîtin.

Ji aliyê xwe ve, Serok Joseph Aoun got ku ew êrîşên Îsraîlê yên ên li ser bajarokên li Geliyê Beqaiye û başûrê Libnanê hedef girtine, şermezar dike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye