Di roja heftemîn a xwepêşandanên seranserî Îranê de, Elî Xameneyî xwepêşander wekî "komek ji kesên provokatîf, ku ji aliyê dijmin ve hatine kirêkirin" bi nav kir û got:
"Em bi xwepêşanderan re diaxivin, lê ti wateya axaftina bi serhildêran re tuneye.
Divê sînorek ji serhildêran re were danîn.
Xwepêşandan mafekî rewa ye, lê xwepêşandan ji serhildanê cuda ye.
Nayê qebûlkirin ku komek mirov bi nav û sernavên cûrbecûr pişt bazarvanên dilsoz bisekinin û wan îstismar bikin.
Em ê li hember dijmin paşve gav neavêjin.
Em ê bi tewekuliya bi Xwedê û bi piştgiriya gel, dijmin bixin ser çokan."
Mesûd Pezeşkiyan girtina hejmarek bazirganên bazarê yên protestoyî, piştrast kir
Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan di hevdîtinekê de bi wezîr û rêvebirên Wezareta Cîhada Çandiniyê re, piştrast kir ku rejîma Îranê hejmarek bazirganên bazarê yên protestoyî girtine û got:
"Em ê hewl bidin ku rê li ber pirsgirêkên Sendîkayan bigirin.
Hin kes ji Sendîkayan hatine girtin û divê em pirsgirêkên wan çareser bikin.
Hikûmet dê bi zorê bi kesî re tevnegere.
Ger pirsgirêkek kesekî hebe, divê pirsgirêka wî tavilê were çareserkirin.
Ger pêwîst be, ez ê bi xwe bi Sendîkayan re biaxivim da ku pirsgirêkên wan çareser bikim."