Di meha borî de, li Rojhilatê Kurdistanê di navbera Supaya Pasdarên Îranê û hêzên partiyên Rojhilatê Kurdistanê de gelek şer û pevçûn derketin.
Ajansa Rojnewsê daxuyand ku piştî şerê Îran û Amerîkayê, dewleta Îranê li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê baregehên nû çêdike û dîwaran datîne.
Her wiha dewleta Îranê hêzek zêdetir şandiye ser sînorê di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de.
Kiryarên Îranê ji aliyekî ve her du beşên Kurdistanê bi tevahî ji hev qut kiriye.
Ji aliyekî din ve, çûnûhatina qaçaxên ku ji neçarî karê qaçaxtiyê li ser sînor dikin gelekî zehmet kiriye û metirsiyeke mezin xistiye ser jiyana qaçaxçiyan.
Di meha hezîranê de, dewleta Îranê li Bane, Pawe, Merîwan û Mehabadê dest bi operasyonên leşkerî kiribû.
Li hin cihan jî pevçûn di navbera hêzên Îranê û hêzên partiyên Rojhilatê Kurdistanê de derketin.
"Em êrîş û fişarên li ser partiyên Kurdî şermezar dikin"
Ji aliyekî din ve, Kongreya Azadiya Îranê der barê êrîş û fişarên li ser partiyên Kurdî yên li Îranê de, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Kongreyê di daxuyaniya xwe de got ku ew êrîşên li ser partiyên Kurdî û fişarên li Îranê şermezar dikin û da zanîn ku li Kurdistanê ew careke din şahidê pêla tepeserkirin û kuştinên hikûmetê ne.