Li Başûrê Kurdistanê krîza vekirina parlamentoyê

Çalakvanên navçeya Xurmale ya Helebçeyê li hemberî girtina deriyê parlamentoyê bi hêrs in. Ew dibêjin partiyên siyasî parlamento kirine wekî "dikanekê", ku tenê ji bo berjewendiyên xwe deriyê wê vedikin û digirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Herêma Başûrê Kurdistanê di nava tora qeyraneke kûr a yasayî de ye.

Zêdetirî sal û nîvekê ye, ku hilbijartin hatine kirin, lê ji ber nakokiyên siyasî ne hikûmet hatiye avakirin, û ne jî deriyê parlamentoyê hatiye vekirin. dîmenê hilbijartinê

Ev valahiya ku ketiye di navbera saziyên dewletê de, herî zêde bandora xwe li ser jiyana welatiyan dike. dîmenê xelkê li bajar

Der barê mijarê de welatiyên navçeya Xurmalê ya ser bi Helebçeyê ve axivîn. dîmenê herdu kesên axivîne

Elî Zelmî: Demokratîkbûna parlamentoyê tenê nivîsa li ser kaxezê ye

Welatiyê bi navê Elî Zelmî got ku, li hemû Cîhanê hilbijartin pêvajoyeke demokratîk e, lê li Başûrê Kurdistanê tenê nivîsa li ser kaxezê ye. dîmenê hilbijartinê

Zelmî Parlamento teşbîhî dikanekê kir, û diyar kir ku berpirs kengî bixwazin deriyê parlamentoyê vedikin û kengî nexwazin digirin. dîmenê parlemento

Adil Koçer: Ka ev parlamenter ji bo gel çikirine?

Welatiyê bi navê Adil Koçer jî, da zanîn ku parlamento mûçeyekî pir zêde werdigirin, û tenê ji bo xwe û zarokên xwe dijîn, û pirsa "Ka ev parlamenter ji bo gel çikirine?" kir. dîmenê parlemento

Adil Koçer got ku girtina deriyê parlamentoyê, nîşaneya bê agahîbûna gel e, û bang li parlamenteran kir ku demildest deriyên parlamentoyê vekin û ji bo berjewendiyên gel bixebitin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye