Îmarat bi daxuyaniyekê êrîşên îranê yên li ser herêma Başûrê Kurdistanê Îraqê şermezar kir
di daxuyaniyekê de, wezareta karên derve ya Îmaratê piştrast kir ku ev êrîş binpêkirineke eşkere ya serweriya Komara Îraqê û Herêma Başûrê Kurdistanê ye û gefê li ser ewlehî û aramiya wan çêdike.
Wezaretê hevgirtina tevahî ya Îmaratê bi Îraqê û hikûmeta herêma Başûrê Kurdistanê re û piştgiriya xwe ji bo hemî tedbîrên ku armanc dikin parastina ewlehî û aramiya wan, nîşan da.