Qalîbaf: Hêzên çekdar ên Îranê amade ne ku bersivê bidin

Serokê Amerîkayê Donald Trump gef li Îranê xwar ku heger rêkeftinek di navbera wan û Îranê de çênebe dê dewleta Îranê ji kokê rake. Piştî vê axaftinê Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqêr Qalîbaf bersiv da ku divê Washington hay ji wê yekê hebe ku hêzên me yên çekdar amade ne ku bersivê bidin

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Pirsa ku her kes dike gelo Amerîka û Îranê wê bigihêjin çarseriyê yan na?

Piştî gefên Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo ji nû ve bombebarankirina Îranê, Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqêr Qalîbaf axivî.

Mihemed Baqêr Qalîbaf li ser platforma X'ê ragihand ku divê Amerîka di daxuyaniyên xwe de baldar be, ji ber ku hêzên çekdar ên Îranê amade ne ku bersivê bidin.

Her wiha Baqêr Qalîbaf şîret li Waşotin jî kir û got ku divê li daxuyaniyê xwe baldar be.

Berê jî ajansa nûçeyan a Îranê Tasnim ragihand ku şandeya Îranê ya ku beşdarî danûstandinên berdewam ên li Swîsreyê dibe, vebijarkên ji bo bersivdayîna daxuyanî û gefên dawî yên Serokê Amerîkayê Donald Trump dinirxîne.

Li gorî ajansê, endamên şanda Îranî di atmosfereke aloz de b un.

Ev hem demî hevdîtinên di navbera her du aliyan de ye, helwestên pêşkêşkirî û mekanîzmayên ji bo çareserkirina zextên Amerîkî dinirxînin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye