Êrîşên Îsraîlê li ser gundewarên Şamê berdewam dike

Piştî rojekê ji pêkanîna operasyona daketinê ya hêzên Îsraîlê, li bajarokên Keferhûr û Beyt Tîma yên gundewarên Şamê dengê teqînên pir xurt hat bihîstin. Duh jî hêzên Îsraîlê ragihandin ku wan amûrên sîxuriyê yên dewleta Tirk li gundewarên Şamê bê bandorkirine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan da xuyakirin ku piştî operasyona daketinê ya Îsraîlê, duh êvarî li nêzîkî bajarokên Keferhûr û Beyt Tîma yên başûrê rojavayê gundewarên Şamê dengê teqînên pir xurt hat bihîstin.

 

Îsraîlê stasyoneke radarê û depoyeke mûşekên Hizbullahê kir hedef

 

SOHRê eşkere kir ku bi piranî êrîşên Îsraîlê li ser van navendan pêk hatine:

“Stasyoneke radarê ya Koreyî ya fûceya 4emîn û depoyeke mezin a mûşekên ji cureya Igla-S (SA-18) li çiyayê El Mani ku berê ji hêla Hizbullah ve dihatin bikaranîn hatiye armanckirin.”

Di heman demê de, balafirên şer ên Îsraîlê îro jî rêze êrîşên esmanî li ser tesîseke leşkerî li çiyayê El Mani û baregeheke hêzên Sûriyê li navçeya Kiswê kirin.

 

Îsraîlê amûrên sîxuriyê yên dewleta Tirk li Şamê bê bandorkirin

 

Hate ragihand ku piştî operasyona daketina Îsraîlê ya duh li gundewarê Şamê, amûrên sîxuruyê yên pir pêşketî hatine bidestxistin.

Heman rayedarî diyar kir ku ew amûrên sîxuriyê yên hatine bêbandorkirin ên dewleta Tirk in û got: “Me rêveberiya Ehmed El Şeri hişyar kir ku bi agir nelîze û guh nede fermanên Tirkiyê.”

Her wiha rayedarekî îsraîlî ji bo operasyona daketina Îsraîlê got ku ji bo ewlehiya Îsraîlê gelekî pêwîst bû.

Rayedarekî Îsraîlî destnîşan kir ku amûrên hatine bidestxistin, zêdetirî 10 salan e li baregehên Sûriyê hatine bicihkirin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24