Li gorî Reutersê civîna gera yekem ku Cîgirê Serokê Amerîkayê J.D. Vance û Îranê bi serokatiya Serokê Parlamentoyê Mihemed Baqir Qalibaf de, danûstandinan cih girtin bi dawî bûye.
Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance jî di destpêka danûstandinên Amerîka û Îranê de li Swîsreyê got ku ev cara yekem e ew rasterast bi Îraniyan re dicivin da ku pirsgirêkên mayî çareser bikin.
JD Vance dema ku li kêleka Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf rawestiya û ev tişt anî ziman:
"Divê em rûpelê rabirdûyê bi Îranê re vekin û têkiliyan ji nû ve şekil bidin.
Em ê ji bo pêkanîna aştiyê di navbera Libnan û Îsraîlê de berdewam bixebitin.
Em hêvî dikin ku agirbesta li Libnanê xurt bikin û wê mayînde bikin."
Trump: Ez ê Îranê ji holê rakim
Tevî ragihandina rêkeftinekê di navbera her du dewletan de jî Serokê Amerîkayê Donald Trump ji Fox News re wiha got:
"Eger ew negihîjin rêkeftinekê, ez ê Îranê ji holê rakim.
Heke pêwîst be, dibe ku em Tengava Hurmizê kontrol bikin.
Girtina Tengava Hurmiz tê wê wateyê ku şandeya danûstandinan nikare vegere."