Amerîka Îxwan El Misilmîn ên li Sûdanê xist lîsteya rêxistinên terorîst

Wezareta Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) rêxistina Ixwan El Misilmîn ên li Sûdanê xist lîsteya rêxistinên terorîst.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezareta Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ragihand ku wan Ixwan El Misilmîn ên li Sûdanê wekî rêxistineke Terorîst a Cîhanî ya Taybet destnîşan kiriye.

Wezaretê piştrast kir ev biryara wan wê ji 16`ê Adarê û pê ve bikeve meriyetê.

Di daxuyaniya Wezareta Derve de wiha hate gotin: ``Ixwan El mislimîn ên li Sûdanê ji bo têkbirina hewldanên bidawîkirina pevçûnê li Sûdanê û pêşvebirina îdeolojiya xwe ya tundûtûj, tundûtûjiyeke bê sînor li dijî sivîlan bikar tînin.

Çekdarên ku perwerde û piştgirîya xwe ji Supaya Pasdarên Îranê (IRGC) wergirtine, îdamên girseyî li ser sivîlan pêk anîne.

Lîwaya el-Bara' bin Malik ku bi Ixwan El Misilmîn ên li Sûdanê ve girêdayî ye, di Îlona 2025`an de li gorî Fermana Rêveberiyê ya 14098 û ji ber rola xwe di şerê hovane yê li Sûdanê de hate destnîşankirin.``

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku Îran wekî dewleta pêşeng a cîhanê ya alîkar terorîzmê, çalakiyên xerab li çaraliyê cîhanê bi rêya IRGC fînanse û rêve biriye.

Daxuyanîyê hate teqezkirin ku Amerîka wê hemû amûrên berdest bikar bîne da ku rejîma Îranê û şaxên Îxwan Misilman ji çavkaniyên ku dihêle ew tevlî terorîzmê bibin an jî piştgiriyê bibînin, bêpar bike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye