Serokomar Erdogan piştî civîna Kabîneya Serokomariyê daxuyanî da.
Di rojeva Erdogan de pêşketinên derbarê mûşeka balîstîk a ku îro ji Îranê hatiye avêtin û ketiye qada hewayî ya Tirkiyeyê de hebûn.
Erdogan: Gavên xelet û provokatîf berdewam dikin
Erdogan di daxuyaniya xwe de behsa duyemîn mûşeka ku ji Îranê bo Tirkiyeyê hatiye şandin kir û wiha got: "Tevî hişyariyên me yên samîmî, gavên pir xelet û provokatîf ên ku dê dostaniya Tirkiyeyê bixin xeteriyê, têne avêtin. Divê kiryarên wiha neyên kirin, ku dê birînên kûr di dil û mejiyê miletê me de çêbikin û siya têkiliyên me yên hezar salî yên cîrantî û biratiyê bixin."
Erdogan bal kişand ser helwesta tirkiyê wiha got: "Cih û helwesta Tirkiyeyê eşkere ye û hewldanên wê yên awarte ji bo pêşîgirtina li belavbûna agir eşkere ne. Ez ji we re tînim bîra xwe ku divê israr an serhişkî li ser rêya xelet nebe. Em ê bi hevahengiya NATO û hevalbendên xwe yên din pêşveçûnan bişopînin û tedbîrên zêdetir bigirin da ku ewlehiya xwe xurt bikin."
Erdogan got, "Me 6 balafirên şer ên F-16 û pergala xwe ya parastina hewayî ji bo xurtkirina parastina Qibrisê li giravê bicih kirine. Her wiha em bi welatên herêmê re, bi taybetî bi Azerbaycana me ya delal re, ku em wekî du dewlet, yek neteweyek pê re tevdigerin, di nav hevkariyê de ne."
Erdogan, derbarê nûçeya ku tê gotin komên Kurd ji hêla Amerîkayê ve, ji bo guhertina rejîmê li Îranê têne çekdarkirin de jî got:
"Ez careke din tekez dikim ku em bi tundî li dijî her senaryoyekê e, ku pêvajoya me ya Tirkiyeyek bê teror têk bibe û derbeyek li aştî û aramiya herêma me bixe. Divê kes şaş hesaban neke û divê kes nekeve nav xefika tora komkujiya siyonîst da ku bira li dijî bira rake. Em daxuyaniyên birayên xwe yên li herêma Kurd a Iraqê pêşwazî dikin û bawer dikin ku ew ê nekevin nav vê lîstikê."