Spanyayê bi fermî dawî li erka balyoza xwe ya li Îsraîlê anî

Hikûmeta Spanyayê ku bi mehane krîzeke dîplomatîk bi Îsraîlê re dijî, bi fermî dawî li erka balyoza xwe ya li îsraîlê anî. Hikûmeta Madrîdê berê ji ber şerê Xezeyê û pêşketinên li Rojhilata Navîn balyoza xwe paşve kişandibû.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hikûmeta Spanyayê bi fermî dawî li erka balyoza xwe ya li Îsraîlê María Sálomon Pérez anî.

Biryar roja Çarşemê di rojnameya fermî ya qraliyetê de hat weşandin, hat ragihandin.

Biryarnameya ku ji hêla Qral Felipe VI ve hat îmzekirin, diyar kir ku biryar li ser pêşniyara Wezareta Karên Derve pêk hat.

Hikûmeta Madrîdê di Îlona 2025’an de ji ber aloziyên dîplomatîk ên bi Îsraîlê re dîplomatên xwe vekişandibû.

Balyoz ji wê demê ve li Madrîdê bû, bi vê biryarê re fermî dawî li erka wê hat.

Hikûmeta Spanyayê bi serokatiya serokwezîrê sosyalîst Pedro Sánchez ji ber êrîşên li ser Xezeyê rexneyên herî tund ên hikûmeta Îsraîlê kiribû.

Sánchez vê dawiyê bi eşkereyî li dijî êrîşên DYE û Îsraîlê yên li ser Îranê derket.

Gengeşiya di navbera Madrîd û Tel Avîvê de bi taybetî piştî ku Spanyayê di sala 2024’an de dewleta Filistînê nas kir, zedê bû.

Piştî biryarê, Îsraîlê jî balyozê xwe ji Spanyayê vekişand.

Hikûmeta Spanya ji bo bidawîkirina êrîşên li Xezeyê gelek înîsiyatîfên dîplomatîk daye destpêkirin, Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar berê Pedro Sánchez bi "dijsemîtîzmê" û "derewîn” tawanbar kiribû.

Ji bo ku Spanya balyozê xwe yê li Îsraîlê ji nû ve destnîşan bike.

Divê dîplomatek nû were tayînkirin û bawernameya xwe pêşkêşî rayedarên Îsraîlê bike.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye