Yekîtiya Ewropayê polîtîkaya xwe ya koçberiyê asê dike

Yekîtiya Ewropayê li dijî koçberiyê û hatina koçberan biryarên nû dide, ew niha sînorên xwe asêtir dike û zêdetir koçberan digre û wan vedigerîne welatên wan. Hin derdorên li nava yekîtiyê, van polîtîkayên nû dişibînin rêbazên serokê Amerîkayê Donald Trump.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Yekîtiya Ewropayê polîtîkayên xwe yên koçberiyê ji berê asêtir dike.

 

Komîsyona Ewropayê ragihand ku guhertinên nû ku navê "Paketa Penaberî û Koçberiyê" lê hate kirin, wê di 12'ê hezîranê de bikeve meriyetê.

 

Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen anî ziman ku armanc ji polîtîkaya nû ew e ku pêşî li dubarebûna krîza koçberiyê bigire ku sala 2015'an di dema gurbûna şerê Sûriyê de, rû dabû.

 

 

 

Ursula Von Der Leyen: Ewropayê ri rabirdûyê ders wergirtiye

 

 

 

Von der Leyen, diyar kir ku Ewropayê ji rabirdûyê ders wergirtiye û êdî hîn bêhtir amade ye.

 

Yekîtiya Ewropayê, salên dawî di bin bandora xurtbûna partiyên rastgir û rastgiriya tund de, polîtîkaya xwe ya koçberiyê hîn hişktir kir.

 

Partiyên rastgiriya tund bi rengekî eşkere piştgiriyê didin kiryarên dersînorkirinê yên li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û dixwazin heman rêbazê li Ewropayê jî bi cih bînin.

 

Hikûmeta Îtalyayê li Arnavûtlûkê du navendên binçavkirinê yên koçberiyê ava kirine.

 

Parlamentera Îtalyayê Rachele Scarpa, anî ziman ku li yek ji van navendan herî kêm 90 koçber têne ragirtin û mirov di nava tirs û rewşeke ne diyar de ne.

 

Almanya, Awisturya, Hollanda, Danîmarka û Yûnanistan jî di nav de, hin welatên Ewropayê ji bo avakirina navendên dersînorkirinê yên li welatên sêyemîn hevdîtinan dikin.

 

Hikûmeta Swêdê jî diyar kir ku ew piştgiriyê dide ku bi taybetî ji bo koçberên efxanî û sûrî li derveyî Ewropayê navend bêne avakirin.

 

Kiryarên li Ewropayê yên li dijî koçberan ne tenê polîtîkayên dersînorkirinê ne.

 

Rêxistinên mafên mirovan dibêjin, kiryarên 'dehfdana' li sînorên Ewropayê di meriyetê de ne.

 

Di van kiryaran de, kesên ku daxwaza penaberiyê dikin bêyî ku pêvajoyeke hiqûqî bê destpêkirin neçarî dersînorkirinê têne hiştin.

 

 

 

Saziyên alîkariya mirovî: Li Ewropayê her roj 221 kes tên vegerandin

 

 

 

Li gorî rapora meha sibatê ya saziyên alîkariya mirovî li Ewropayê her roj derdora 221 kes têne dehfdan û vegerandin.

 

Hate ragihandin ku ev kiryar bi giranî li Îtalya, Polonya, Bulgaristan û Lîtwanyayê rû didin.

 

88 saziyên civaka sivîl di nameyekê de ku ji bo saziyên Ewropayê şandin, diyar kirin ku ev kiryarên nû wê zexta polîsan zêde bike û li qadên taybet bibe sedema hîn bêhtir lêgerînê.

 

 

 

Olivia Sundberg Diez: Dibe ku encamên van polîtîkayan giran bin

 

 

 

Pispora koçberiyê ya Amnesty International, Olivia Sundberg Diez anî ziman ku li Ewropayê hîn jî parastineke hiqûqî heye, lê belê meyla siyasî ber bi polîtîkayên hişk ve diçe.

 

Diez hişyarî da ku dibe encamên van polîtîkayan giran bin.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye