Larîcanî: Îranê peymana hevkariya xwe ya bi 'IAEA' re betal kir

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê Elî Larîcanî, duh ragihand ku welatê wî peymana hevkariyê ya ku di meha Îlonê de bi Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) re îmze kiribûn, betal kiriye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî Reutersê, ger peymana hevkariyê were betalkirin, wê ajans xwe bi paş ve vekişîne.

Ji dema ku Îsraîl û Amerîkayê di meha Hezîrana borî de, navendên nukleerî yên Îranê bombebaran kirine, ajansa atomî hewl dide ku hevkariya bi Îranê re vegerîne.

Ev daxuyanî piştî ku Wezîrê Derve yê Îranê Abas Iraqçî berî 3 hefteyan gotibû ku ger hêzên rojavayî cezayên Neteweyên Yekbûyî ji nû ve ferz bikin,Tehran wê peymanê betal bike.

Neteweyên Yekbûyî di 28'ê îlonê de, bi rêya mekanîzmaya snapback'ê ji ber bernameya wê ya nukleerî, dorpêçên li ser Îranê ji nû ve ferz kirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye