Hrana: Li Îranê 127 kes hatin darvekirin

Rêxistina Mafên Mirovan a Heranayê di rapora xwe ya nû de daneyên binpêkirina mafên mirovan ên li Îranê belav kirin û eşkere kir ku di meha Hezîranê de zext, girtin û cezayên bidarvekirinê bi awayekî berbiçav zêde bûne. Herana eşkere kir ku li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 127 kes hatine darvekirin û 12 jin ji aliyê hevjînên xwe ve hatine qetilkirin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Rojhilatê Kurdistanê ku weke cihê şaristaniyê dest pê kê  tê nas kirin.

Niha li ser vê xaka pîroz, her roj mirov lê tên darvekirin.

Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Heranayê ji dest pêka meha Hezîrana îsal li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 127 kes hatine darvekirin.

Dadgeh cezayê darvekirinê li ser 19 kesên din birî ne û cezayê darvekirina 12 kesan jî hatiye erê kirin.

Di raporê de hat gotin ku piranî ji van cezayan peywendiya wan bi dozên xwepêşandan û nerazîbûnên vê dawiyê yên gelên Îranê re heye.

Herana eşkere kir ku di nav vê mehê de 809 kes ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine binçavkirin.

Hate diyar kir ku di heman mehê de, 94 caran mafên girtiyan hatine binpêkirin.

Her wiha 2 girtiyan ji bo nerazîbûna li dijî şert û mercên girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kirine.

Herana: Di mehekê de 12 jin li Îranê hatin qetilkirin

Saziya HERANA têkildarî tund û qetilkirina jinan a li Îranê jî ev agahî da.

Li gorî daxuyaniyê di meha Hezîranê de 12 jin hatine qetilkirin.

Di dewama daxuyaniyê de bal kişandiye ser tundiya bê navber ya li ser jinê tê kirin û hate zanîn ku qetilkirina jinan ji aliyê hevjînên wan ve hatine kirin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye