Ji bo nûçeya Rojîn Kabaîş lêpirsîn li Rojnamevan Oznûr hat vekirin

Ji ber nûçeya li ser mirina bi guman a Rojîn Kabaîş, li dijî rojnamevan Oznûr Deger lêpirsîn hate destpêkirin

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Gerînendeya Nûçeyan a JINNEWS'Ê Oznûr Deger li ser nûçeyek bi sernavê "Îdîaya nehat lêpirsînkirin: Memûrê ewlehiyê yê reviya derveyî welêt" li ser medya dijîtal parve kiribû ji bo îfadeyê gazî Serdozgeriya Komarê ya Qoserê hat kirin.

Li  Rojnamevan Oznûr Deger  bi îdiaya "belavkirina agahiyên şaş a bi eşkereyî" lêpirsîn hate destpêkirin.

Oznûr Deger bi parêzerên xwe re çû dozgeriyê, li ser sûcdariya li dijî wê îfade da.

Oznûr da zanîn ku divê biryara nepeniyê ya li ser dosyaya Rojîn Kabaîş bê rakirin û raya giştî rastiyên têkildarî dosyayê hîn bibin.

Têkidarî mijarê komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) daxuniyek dan û got:" Em bang li raya giştî dikin ku li kêleka rojnamevanan bisekinin û piştgiriyê bidin çapemeniya azad a ku rastiyê diparêze."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye