Hêzên Parêzvanên Siweydayê girtina endamên eşîran red kir

Hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siweydayê îdiayên ku dibêjin "hêzên wan endamên eşîran û bedewî girtine" red kirin û daxuyand ku girtiyên li cem wan tenê endamên Hikûmeta Veguhêz û hin biyanî ne ku destê wan di sûcan de heye. Her wiha karwaneke din a alîkariyan wekî pêdiviyên tibî, paketên xwarinê û sotemeniyê ku UNICEFˊê pêşkêş kirine, derbasî Siweydayê bû.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Fermandariya Hêzên Parêzvanên Nîştîmanî yên Siweydayê daxuyaniyek der barê îdiayên li ser rêvebirina dosyaya girtiyan weşand.

Di daxuyaniyê de îdiayên ku dibêjin Hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siweydayê, sivîlên ji eşîran an jî pêkhateyên bedewî girtine, hatin redkirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku girtiyên ji aliyê Hêzên Parêzvanên Nîştimanî ve tên ragirtin, tenê endamên Hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê û hin endamên biyanî ne ku destê wan di sûc û komkujiyên li dijî şêniyan de hene.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev girtî jî ji aliyê Rêxistina Xaça Sor a Navneteweyî ve tên şopandin.

Fermandariyê da zanîn ku her daxuyanî yan analîzek li derveyî kanalên wê yên fermî şîroveyên şexsî ne û xwe naspêrin çavkaniyên pêbawer.

Unicefˊê 11 kamyonên alîkariyê derbasî Siweydyê kirin

Girêdayê rojeva Siweydayê, hate ragihand ku karwanek ji 11 kamyonan ku UNICEFˊê şandiye pêk tê, derbasî Siweydayê bû.

Ji wan 9 kemyon; derman, pêdiviyên tenduristî û alavên çaksazkirina bîran bûn.

Hate xuyakirin ku ev pêdivî li navendên bajarê Selxed û bajarokê Zêbên hatin parvekirin.

Li kêlek wê jî di karwanê de, paketên xwarinê û 55 hezar litir mazot hebûn.

Derbaskirina karwanên alîkariyan, di çarçoveya kedên ji bo kêmkirina zehmetiyên şêniyan ên mezin, li gel ambargoya ku Hêzên Hikûmeta Veguhêz li ser Siweyda û gundewarê wê ferz kirine de, pêk tê.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye