Îran: Em tu danûstandinan li ser bernameya nukleerî nakin
Îsraîl û Îran dest bi êrîşên nû kirin.Tehran radigihîne ku heya ew di bin gefan de ye tu danûstandinan li ser bernama nukleerî nake .
Piştî ku Tehranê dîyar kir ku ew dê danûstandinan li ser bernameya xwe ya nukleerî nekin dema ku di bin gefan de be, Îsraîlê roja Şemîyê êrîşên nû li dijî Îranê pêk anî û gelek cihên stratîcîk kir armanc.
Îsraîl îdîa kir ku êrîşên wê karîna Îranê ya pêşvebirina çeka nukleerî "herî kêm du-sê salan dereng xist".
Îsraîl ev şer di roja Îna borî de destpêkir û gelek cihên nukleerî yên Îranê hedef girt.Herî dawî jî tesîsa nukleerî ya parêzgeha Îsfahanê hedef girt. Ev tesîsa nukleerî yek ji tesîsên nukleerî yên herî mezin ên Îranê ye.
Îsraîl Îdîa dike ku ew vî şerî ji bo cîhanê bi giştî dimeşîne, ji ber ku dema Îran çekên nuklerî destbixe wê cîhanê hemî têxe bin xeteriyeke mezin, lewma divê hemû dunya alîkariyê bide Îsraîlê.
Çima Îran dixwaze bibe xwedî çekên nukleerî?
Gelek sedem hene ku Îran dixwaze bibe xwedî çekên nuklerî, lê sedemên herî sereke daxwaza wê ku bibe hêzeka cîhanî û Baweriya wê ku dema ew bibe xwediya çekên nukleerî dê îhtîmala têkdana ji derve kêmtir bike.
Helwesta welatên cîhanê ya li ser şerê Îran û Îsraîlê
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump diyar kir ku dibe heta du hefteyan biryarê bide ka divê Amerîka li rex Îsraîlê têkeve nava vî şerî de yan na.
Nûnerê daîmî yê Fransayê yê li Neteweyên Yekbûyî Jérôme Bonaventure got: 'Îran nikare çeka nuklerî bi pêş bixe û nabe'
Wezîrê derve yê Brîtaniya David Lammy daxuyakirin ku ew bi berdewambûna dan û standinên bi Îranê re ne.
Berpirsa siyaseta derve ya Yekîtîya Ewropayê Kaja Kallas balkişand ser vê yekê jî ku zêdebûna şer û nakokiyan fêdeyê nade ti kesî û got: "Divê em nîqaşan vekirî bihêlin".
Rûsyayê, xwe weke navbeynkarekî aştiyê pêşkêş dike.
Şandeya Îranê li Neteweyên Yekbûyî teqez kir ku welatê wan dest ji danûstandinan bernadin.
Egîd Xelîl