Hêza Hewayî ya Amerîkayê mezintirîn balafira leşkerî ya cîhanê, C-5m Super Galaxy, şandiye xaleke li Erebistana Siûdî ya nêzîkî sînorê Îranê.
Tê gotin ku anîna vê balafirê, îhtîmala tevlîbûna Amerîka ya şerê di navbera Îsraîl û Îranê de zêde kiriye.
Li gorî daneyên firînê yên ku ji hêla malpera şopandina firînê FlightRadar24 ve hatine bidestxistin, balafireke leşkerî ku ji Baregeha Hewayî ya Aviano li Îtalyayê rabû, roja Înê saetên sibehê nêzî paytexta Erebistana Siûdî Riyadê bû.
Her çend Wezareta Parastinê li ser firînê şîroveyek neda jî, bicihkirina balafirê li herêmê spekulasyonan zêde kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê amadekariyan dike ku tevlî şerê di navbera Îran û Îsraîlê de bibe.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump difikire ka gelo tevlî êrîşên Îsraîlê yên li ser tesîsên nukleerî yên Îranê bibe, ku gelek ji wan bi geştek kurt ji Erebistana Siûdî dûr in.
Qesra Spî roja Pêncşemê ragihand ku Trump dê di nav du hefteyan de biryar bide ka ew ê tevlî êrîşa li ser Îranê bibe yan na.
Rayedarên Amerîkî di destpêka vê mehê de ji ajansa Reuters re ragihandibûn ku Amerîka hebûna xwe ya leşkerî li Rojhilata Navîn zêde dike û hejmarek zêde ya balafirên F-16, F-22 û F-35 bi cih kiriye.
C-5m Super Galaxy çi ye ?
C-5m Super Galaxy balafireke veguhestina leşkerî ye ku ji sala 1970’an vir ve di xizmeta Hêza Hewayî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de ye.
Hêza Hewayî sedema şandina balafirê bo Erebistana Siûdî eşkere nekir, lê malpera wê dibêje ku "armanca sereke ya balafirê veguhestina bar û personelan ji bo Wezareta Parastinê ye."
Li gorî Newsweek, ev balafir dikare cûrbecûr alavên leşkerî, di nav de tank, helîkopter û wesayîtên mezin hilgire û dikare heta 2,150 mîlên deryayî (3.981 km) bifire.
Hêzên Hewayî bi giştî xwedî 52 cureyên balafirên C-5 e.
Rodî Bişeng