Lîwayên Cund El-Kerar li Bîlad El-Şam, di daxuyaniya xwe de eşkere kirin ku wan ev êrîş di 29'ê adarê de pêk anîne.
Di daxuyaniya xwe de, Lîwayan diyar kir ku, ew weke hêzên Berxwedana Îslamî ya Sûriyê bi van êrîşan tevlî qonaxa duyemîn a şerê li dijî Amerîkayê bûne.
Di berdewamiya daxuyaniya xwe de, Lîwayên Cund El-Kerar dibêjin ku wan hundirê balafirgeha leşkerî ya Palmyra ya Sûriyê bi avêtina çend mûşekan armancgirtiye.
Di der barê ziyanên van êrîşan de, heta niha aliyên elaqedar ti daxuyanî nedane.