Kongreya damezrîner wê 26’ê Cotmehê roja yekşemê li Salona Dawetê ya Esen a li bajarê Bulach a girêdayî kantona Zurîh were lidarxistin.
Şîara kongreyê weke “Em cewherê aştiyê û mîsogeriya civaka demokratîk in” hate ragihandin.
Hevserokên FEDA’yê Huriye Kabayel û Şahîn Polat beriya kongreyê daxuyanî dan û bang li hemû Elewiyên li Swîsreyê kirin ku beşdarî merasîmê bibin.
Rayedarên FEDA’yê destnîşan dikin ku kongre “wê di têkoşîna aştî, wekhevî û civaka demokratîk de bibe destpêkek nû”.
Tê payîn ku civaka Elewî û Kurd a li Swîsreyê bi rengekî zêde beşdarî kongreya damezrîner bibin