HDK`ê deklarasyona 25`ê Mijdarê eşkere kir

Meclisa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) deklarasyona xwe ya 25`ê Mijdarê eşkere kir. Deklerasyon bi dirûşma “Jin li dijî şer, tundî, xizaniyê aştiyê ava dikin” hat weşandin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Meclisa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) delerayona 25`ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya ser jinê ya navneteweyî eşkere kir û daxuyaniyek li Navenda Giştî ya HDK’ê da.

Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş, Hevseroka Giştî ya Partiya Ji nû ve avakirina Sosyalîst (SYKP) Feray Mertoglû, Endama Koordînasyona Jinan a HDK’ê Merve Nûr Îşleyîcî û gelek endam, berdevk û jinên din jî deşdar bûbûn.

 

"Jin her tim ji bo têkoşînê li qadan e"

 

Endama Koordînasyona Jinan a HDK’ê Merve Nûr Îşleyîcî di daxuyaniyê de diyar kir ku jin her tim ji bo têkoşînê li qadane. Merve Nûr Îşleyîcî destnîşan kir ku mîrateya ku xwişkên Mîrabel ji jinan re hiştine berxwedan û wêrekî ye û wiha got:

 

"Em ji bo parastina aştî, wekhevî û azadiyê jî derdikevin kolanan"

 

"Di seranserê dîrokê de, têkoşîna jinan ji bo faşîzmê bûye xewnereşeke. Em di bin pêşengiya jinan de têkoşîna xwe mezin dikin. Em ne tenê li dijî tundûtûjiya dewleta mêran e, lê di heman demê de ji bo parastina aştî, wekhevî û azadiyê jî derdikevin kolanan. "

 

"Azadiya gelan ji azadiya jinan ne cuda ye"

 

Endama Koordînasyona Jinan a HDK’ê da zanîn ku dê têkoşîna edaletê bidomînin û wiha got: "Rizgariya jinan ji azadiya gelan ne cuda ye û azadiya gelan jî ji azadiya jinan ne cuda ye."

 

"Civak bêyî azadiya jinan nabe"

 

Merve Nûr Îşleyîciyê herî dawî wiha got: "Di bin ronahiya Xwişkên Mirabel de, em hemû jin dê îsal li her derê Tirkiyeyê kolan û meydanan tije bikin da ku edaletê biqîrin. Civak bêyî azadiya jinan azad nabe "

 

"Kes nikare pêşiya têkoşîna mezin a jinan bigire"

 

Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş jî daxuyakirin ku ew ê weke jin di 25’ê Mijdarê de li Tirkiyeyê li qadan bin û got ku ti kes nikare xwe li pêşiya têkoşîna mezin a jinan bigire û her cihê tê girtin dê bibe qada berxwedana wan.

Her wiha Hevberdevka HDK’ê bertek nîşanî qedexeya Qada Taksîmê da û ji bo têkoşîna hevpar bang li hemû jinan kir.

 

"Heya em jin nexwazin dê aştî neyê vê xakê "

 

Meral Daniş Beştaş girîngiya jinan di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de diyar kir  û wiha got: "Heta em jin nexwazin dê aştî neyê vê xakê. Lewma em bang li hemû rêxistin û saziyên jinan dikin ku em aştî û demokrasiyê bînin vî welatî."

Berdevka SKM’ê ya Stenbolê Leyla Can jî banga tevlibûna çalakiya li Tunela Taksîmê ya Stenbolê li hemû jinan kir.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye