Li ser rewşa jinan û cezayên darvekirinê yên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê rapora meha îlonê weşand.
Di raporê de, hat eşkerekirin ku di meha îlonê de, li Rojhilatê Kurdistanê 4 jin hatine qetilkirin û 9 jinan jî bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest daye.
Her wiha Komeleyê da zanîn ku di meha Îlonê de, li seranserê Îranê 47 kes hatine darvekirin.
Di raporê de hat destnîşankirin ku 41 kes jî ji bo lêkolînê ji aliyê Wezareta Îstîxbaratê ve hatine vexwendin yan jî hatine binçavkirin ku di nava wan de 6 jin hene.
Di heman demê de, Komeleyê diyar kir ku cezayê darvekirinê li 2 Kurdan hatiye birîn.