Dayikên Aştîyê li Amedê konferansê li dar dixin

Dayikên Aştiyê li Amedê bi dirûşmeya "Dayik pêşengên civaka demokratîk û aştiyeke mayînde ne" konferansekê li dar dixin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Meclisa Dayikên Aştiyê piştî 12 salan konferansa xwe ya 3'emîn bi aramanca civakeke demokratîk û aştiyeke mayînde ji bo du rojan li dar dixin. Konferans li Navenda Kongreyê ya Çanda Amedê tê lidarxistin.

Di konferansê de Tevgera Jinên Azad (TJA), rêxistinên DEM Partî û DBP'ê yên bajêr û navçeyan, hevşaredar, parlementerên DEM Partiyê û rêxistinên civaka sivîl beşdarî konferansê bûn.

Di hola konferansê de posterek mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên Dayikên Aştiyê yên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane û jinên hatine qetilkirin hatin daliqandin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyamek ji konferansa Dayikên Aştiyê re şand û got:

"Ez hemû dayikên aştiyê silav dikim û di xebatên wan de serkeftinê dixwazim."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye