Li Afganistanê 8 polên veşartî ji bo perwerdeya keçan hatin vekirin

Tevî şert û mercên dijwar ên li Afganistanê,Tevgera Dadwer a Jinan, 8 polên veşartî ji bo perwerdekirina keçan vekirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Tevgera Dadwer a Jinan li Afganistanê tevî gef, şert û mercên dijwar ji bo zarokên keç ên ku ji xwendinê bêpar mane û hatine dûrxistin, heşt polên veşartî yên perwerdeyê vekir.

Tevgerê bi armanca peydakirina derfetên fêrbûnê ji bo keçan, polên perwerdeyê yên veşartî vekir.

Tevgerê ragihand ku wan ev pol ji bo zarokên keç ên ji perwerdeyê bêpar mane, bikaribin fêr bibin vekirine.

Li gorî daxuyaniya tevgerê, niha heşt polên perwerdeyê li sê parêzgehên Afganistanê çalak in û tevî gef û şert û mercên ewlehiyê yên dijwar jî, dê xebatên xwe bidomînin.

Tevgera Dadwer a Jinan ji ber sedemên ewlehiyê nexwest cihên polan eşkere bike.

Tevgerê yek ji armancên xwe yên bingehîn dibîne ku bi rêya van torên veşartî xizmetên perwerdeyê pêşkêşî jin û keçên afganê bike û piştgiriyê bide wan.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye