Jinên Durzî bang li welatên garantor û civaka navneteweyî kirin ku korîdoreke mirovî bê vekirin û ew dorpêça ku ji aliyê hikûmeta Veguhêz a Sûriyê li ser wan hatiye ferzkirin, bi dawî bibe.
Her wiha navê Hikûmeta Terorîst li Hikûmeta Ehmed el-Şeri hat kirin û ala Amerîkayê hat bilindkirin.
Koçberên gundewarê Siweydayê li 7 dibistanan hatine bicihkirin
Ji aliyê xwe ve jî, Rêveberê Wargehên Koçberên Siweydayê Eşref Munzur anî ziman ku koçber li 7 dibistanên bajar hatine bcihkirin.
Bi kêmanî 14 hezar malbatên koçber li derveyî dibistanan bê stargeh mane û pêdiviya 2 hezar malbatan jî bi cih heye.
Komîteya Alîkariyê jî, diyar kir ji ber hejmara zêde, wan ji 6 dibistanan koçber veguhastine avahiya dadgehê lê ew jî tijî bûye.