Derbarê hûrguliyên kuştina van 7 kesan de SOHR´ê ev agahî dan:
“Li bajarokê Qirdaha yê Laziqiyê ciwanek bi guleyekê hat kuştin.
Di pevçûnekê de, li bajarokê Ertoz du ciwanan di encama teqîna bombeyeke destan de, jiyana xwe ji dest da.
Li bajarokê Ibtaa yê gundewarê Derayê, karmendekî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ji aliyê kesekî nenas ve ji ber nakokiyên kesayetî, hat kuştin.
Ciwanek dema ku di ber bajarokê Salihiyê yê gundewarê Bokemal ê rojhilatê Dêrazorê re diçû, di encama teqîna mayînekê de jiyana xwe ji dest da û li gundewarê Helebê jî welatiyekî jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Dimêr a gundewarê Şamê ciwanek di mala xwe de, bi guleyekê ji aliyê kesên nenas ve hat kuştin.”