Fermandarê Hêzên Ewlekariyê yê Hikûmetê veguhêz a Sûriyeyê Ûsama Atike ji Ajansa SANA`yê re ragihand ku bombeyek di nav otombêleke kevn de teqiya û ti zirarên wê nebûn, ne kuştî û ne jî birîndar hene.
Atike ev yek jî anî ziman ku hêzên wan dest bi lêkolîn û lêpirsînê kirine.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku ambulans ber bi cihê teqînê ve çûne, lê der barê kuştî û birîndaran de ti agahî heta niha nehatine parvekirin.
Li gorî SOHR`ê, hin beşên Otêla Golden, ji hêla cîhadîstê bi navê "Ebû Meryem El Awistralî" ve hatine desteserkirin.