Şer û pevçûnên di navbera Durzî û komên çekdar ên Bedewî de bi hevkariya komên girêdayî Desthilata Şamê di roja 8’an de ye.
Tevî êrîşên dijwar jî hîna bajar di bin kontrola hêzên leşkerî yên xwecihî yên Durziyan de ye.
Duh êvarê, Îsraîl li gundewarê rojavayê bajêr êrîşên esmanî yên berfireh li dijî komên çekdar ên Bedewî û komên ser bi Desthilata Şamê ve, pêk anîn.
SOHR: 1120 kes hatine kuştin
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku li parêzgeha Siweydayê ya Sûriyeyê di şer û pevçûnan de ji hemû aliyan 1120 kes hatine kuştin.
Tevî ku çend caran agirbest hate ragihandin jî, lê Meclisa Siweydayê ya Leşkerî û Serokatiya Rûhanî ya Durziyan dibêje, agirbest ji aliyê desthilatê ve tê binpêkirin û daxwaza belgekirina sûcan kir.
Îsraîlê alikariyên bijîşkî şand Siweyda
Medyaya Îsraîlê ragihand ku Îsraîlê di pêngaveke ku bi Washington û Şamê re hevrêz bûye, alîkariyên bijîşkî yên lezgîn ji Durzîyên Siweydayê re şandiye.
Îro jî hat ragihandin ku malbatên bedewî yên ji ber zêdebûna şer û pevçûnên dawî ji 13'ê Tîrmehê ve koçberî bajarê Siweydayê bûn, îro bi otobusên Heyva Sor a Sûriyeyê derketin.
Cih û dema veguhertina girtiyan hat diyarkirin
Ji bo girtiyên herdu aliyan jî, Rêberiya civaka Durzî bi daxuyaniyekê daxwaza rawestandina şer kir da ku rê li ber danûstandin û serbestberdana girtiyan were vekirin.
Serokatiya Rûhanî ya Durziyan di daxuyaniya xwe de dîrok û cihê pevguhertina girtiyan destnîşan kir û wiha lê zêde kir: “Ev mesele wê heta saet 6:00`ê êvarê li meydana gundê Um el Zeytûn bi dawî bibe, da ku kur, keç û zarokên revandî bi ewlehî vegerin”.
Di heman çarçoveyê de, Neteweyên Yekbûyî ragihand ku heta niha, zêdetirî 128 hezar kes ji Siweyda û gundewarên wê, koçber bûne.
Bi dehan jin hatine revandin û windakirin
Li gorî daxuyanî û bangên alîkariyê yên mafên mirovan ên ji aliyê çalakvanên li Siweydayê ve hatine kirin, di rewşeke trajîk de, raporên windabûn û revandina bi dehan jin derketine holê.
Li gorî çalakvanên mafên mirovan ên li Siweydayê, heta niha nasnameya nêzîkî 70 jinên winda û revandî hatiye diyarkirin.
Şer hefteyek berê bi pevçûnên di navbera çekdarên Bedewî û Durzî de dest pê kir.
Şamê hêz şandin da ku şer rawestîne, lê hêzên wê jî kete nav tundûtûjiyê û bi binpêkirinên berfireh ên li dijî Durziyan hate tewanbar kirin.
Serokê Demkî yê Sûriyê Ehmed El-Şera roja Pêncşemê soz da ku mafên Durziyan biparêze û kesên ku binpêkirinên li dijî gelê Durzî kirine hesab bidin. Lê ev daxuyanî nebû sedem ku agirbest were ragihandin.
Bi gurkirina êrîşan û bilindbûna pileya "xîtaba kînê" metirsî li Siweydayê zêde dibin û daxwaz tên kirin ku navbeynkariyeke rastîn çêbibe.