Bi wesîleya hatina meha Remezanê, Parêzgarê Hesekê Endazyar Nûredîn Ehmed peyameke pîrozbahiyê da.
Nûredîn Ehmed, hêvî kir ku ev meh bibe meha xêr, ewlehî, aramî û aştiyê ji bo tevahî xelkên parêzgehê.
Parêzgar, got ku Hesekê bi dîroka xwe ya kevnar û bi dewlemendiya xwe ya pirrengiya pêkhateyên civakî, hîna modela jiyana hevbeş û hevgirtinê ye.
Parêzgar Nûredîn Ehmed, peyama xwe bi gotina "Her sal hûn di xêr û xweşiyê de bin, Remezan li we pîroz be" bi dawî kir.