Rêberê Koreya Bakur: Armancên leşkerî yên nû wê vê mehê werin eşkerekirin

Rêberê Koreya Bakur Kim Jong Un, ragihand ku armancên nû yên leşkerî û ji nû ve avakirinê, wê di kongreya partiyê ya vê mehê de werin destnîşankirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Kim Jong Un, beşdarî çalakiyeke têkildarî avêtina roketên piralî yên 600 mm bû.

 

Ev bûyer, di heman rojê de, pêk hat ku projeyeke nû ya avakirinê li herêma Hwasong a Pyongyangê hate destpêkirin.

 

Jong Un, diyar kir roketavêj ji hêla rastbûn û hêzê ve bi pratîkî ji roketên balîstîk ne cuda ne û ji bo êrîşên taybet ango ji bo pêkanîna mîsyonên stratejîk guncaw in.

 

Rêberê Koreya Bakur, têkildarî mijarê, wiha got:

"Kongreya Nehemîn a Partiya me, dê qonaxa din a destpêşxeriya xweparastina me û armancên wê ragihîne."

 

Her wiha Rêberê Koreya Bakur Kim Jong Un, lê zêde kir û ev tişt anî ziman: "Projeya nûjenkirina şiyanên me yên leşkerî ya berdewam, wê bileztir bibe û em ê bikaribin bi tundî li hemberî her gef û dijwarîyên hêzên derve rawestin."

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye