Amedspor tîma Adana Demirspor bi encama 8-1 têk bir

Lîga Yekemîn a Trendyolê di hefteya çaremîn de, berdewam dike, Amedspor bû mêvanê Adana Demirsporê û bi encama 8-1 bi ser ket.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Maç li Stadyuma Nû ya Edeneyê hat lîstin û di xuleka 17`an de, Fernando gola yekem ya Amedê anî.

 

Di xuleka 28`an de, lîstikvanê Adana, Ahmet Bola, gola wekheviyê anî û encam bû 1-1.

 

Piştî wê Amedspor êrîş zêde kir, di xuleka 36`an de, Diagneyê golek anî û encam bû 2-1.

 

Fernando di xuleka 45+4`an de,  gola xwe ya duyem anî û nîva yekem bi encama 3-1 bi dawî bû.

 

Emrah Başsan, di xuleka 49`an de, golek anî û encam kir 4-1.

 

Di xuleka 62an de, Dia Saba golek anî û di xuleka 71ê de, Traoreyê jî golek anî û encam bû 6-1.

 

Di xuleka 85an de, bi riya penaltî, Diagneyê gola xwe ya duyem anî.

 

Diagne di xuleka 90î de muhra xwe li ser "hat-trick"xist û maç bi encama 8-1 bi dawî bû.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24