Hemahengî ya Îslamî da zanîn ku Bombekirina bîrên neftê hesabpirsîneke di navbera şirketên neftê û hikûmeta herêma Başur de ye.
Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku Meqawme di dema borî û niha de û her demê xwe ji kiryarên ku ziyanê didin berjewendiyên xelkê û hêzên ewlekariyê dûr girtiye.
Li Herêma Kurdistanê di dîrokên cuda de gelek navendên şîrketên petrolê hatibûn hedef girtin û herî dawî jî di 16'ê,tîrmeha 2025'an de, li Zaxoyê bi 3 dronên bombebarkirî, êrişî 2 bîrên petrolê hatîbû kirin.