Di hevpeyvînekê de bi malpera Axiosê re, Serokê Amerîkayê Donald Trump tekez kir ku Amerîkayê dewleta Îranê bi tevahî ji hêla leşkerî ve têk biriye.
Her wiha Donald Trump got ku peymana di navbera her du welatan de dibe ku heman teslîmbûna bê merc a Îranê be.
Di heman demê de, Trump li xwe mikur hat ku wî li ser vê peymanê dan û standin kiriye, da ku pêşî li veguhastina şer bo qeyraneke aborî ya cîhanî bigire.
Trump tekez kir ku ev şer hêza leşkerî ya Amerîkî nîşan daye û wiha axivî:
"Kî din dikarîbû dorpêçeke wisa çêbike?
Min dorpêçeke deryayî çêkiribû ku heta keştiyek jî nikarîbû derbas bibe.
Hinekan hewl da, lê wan zêde nedomand."
Her wiha Trump nerazîbûna xwe li hemberî rexneyên ku dibêjin ew li beramberî Îranê hişktir nebûye nîşan da û wiha lê zêde kir:
"Tenê rêya ku ez dikarim hişktir bim ev e, ku du yan sê hefteyên din li wir bimînim û wan bi tundî bombebaran bikim.
Ma ev rast e?
Ev ji bo me çi bi dest dixe?
Tengava Hurmizê dê vekirî nemîne."
CENTCOM: DORPÊÇA DERYAYÎ YA LI SER ÎRANÊ HAT RAKIRIN
Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM), piştî peymana ku di navbera Amerîka û Îranê de hate îmzekirin, têkildarî dorpêça deryayî ya li ser Îranê, duh li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal daxuyaniyek da.
CENTCOM’ê di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku ji îro û şûn de dorpêça daryayî ya Amerîkayê ya li ser Îranê hatiye rakirin.
BELCHER: RÊYA SEREKE YA TENGAVA HURMIZÊ HÎN GIRTÎ YE
Têkildarî vê mijarê, rêveberê deryayî yê Intertanko Philip Belcher, ku komeleyeke bazirganiyê ye tekez kir ku rêya sereke ya navendî ya Tengava Hurmizê hîn girtî ye û nêzîkî 80 mayîn hene ku divê werin paqijkirin.
Belcher zêde kir ku keştî dikarin bi rêya bakur a ku di nav avên Îranê re derbas dibe û bi rêya başûr a ku di nav avên Omanê re derbas dibe rêwîtiyê bikin û got: "Her du rê jî niha bi tevahî vekirî xuya dikin."
Li gorî şertên peymana di navbera Îran û Amerîkayê de, dê heta 60 rojî ti bac ji keştiyan neyên berhevkirin.